30.12.2010

TEHSÎNÊ PASÛRÎ

Di sala 1946’an de li qeza Pasûrê, li gundê Malêhaf hatiye dinê. Neçûye dibistanê, lê belê ji derve xwendiye û dîplomeya dibistana seretayî stendiye. 43 salan li gund jiyaye. Li gund heywan xwedî kiriye, cotkarî û rezvanî kiriye. 3 salan qaçaxçîtî kiriye. Ji sala 1989’an vir de  ye li Diyarbekirê dijî. Zewicandî ye û 8 zarokên wî hene.

ÎSMEÎLÊ SÊLİMÎ

Di sala 1956’an de bajarê li Diyarbekirê, li gundê Sêlimiyê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bav û kalê wî  berî 80 salan koçî Diyarbekirê kirine. Mekteb nexwendiye. Li gund bi karê wek cotkarî û xwedîkirina pez û dewaran mijûl dibe. Ji 12 saliya xwe û virde ye distrê. Bi dengbêjan re gelek sal geryaye û bi wan re hevaltiyê kiriye. Zewicandî ye û donzdeh zarokên wî hene.

CEMALÊ NENİYASÎ

Di sala 1954’an de li qeza Licê, li gundê Neniyasê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bi pişt re hatine li gundê Neniyasê bi cihûwar bûne. Mekteba seretayî xelas kiriye. Li Derê Mêrdînê li cem Qehwa Ebas dikaneke wî heye, tê de titûnê difroşe. Ji sala 1975’an û virde ye li Amedê dijî. Zewicandî ye.

ELÎCANÊ PASÛRÎ

Di sala 1963’an de li qeza Pasûrê, li gundê Malêhafê hatiye dinê. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Ji sala 1984’an û virde ye li Amedê dijî.

ELİYÊ QEREJDAXÎ

Di sala 1963’an de li Amedê, li gundê Sadiyê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Ji heft saliya xwe vir de ye ji herdu çavan de bêpar e. Zewicandî ye û du zarokên wî hene. Tiştên wek çay û qehwe digerîne û difroşe, ku bi wî awayî debara xwe dike. Li Amedê dijî.

EREBÊ ŞÛTÎ

Di sala 1913’an de li qeza Stewrê, li gundê Şûtê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Bi karê hostatiya dîwaran mijûl dibe. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene.

FELEKNAS

Di sala 1963’an de li Mûşê, li gundê Zovangê hatiye dinê. Eslê wê ji Pasûrê ye, ji eşîra Badikan e. Mekteb nexwendiye. Kevanî ye. Zewicandî ye û pênc zarokên wê hene. Ji sala 1983’an û vir de ye li Amedê dijî.

FESÎHÊ PASÛRÎ

Di sala 1958’an de li qeza Farqînê hatiye dinê. Eslê wan ji Helebçeyê ye. Mekteba seretayî xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Li Amedê dijî. 

FETEHÊ GIMGIMÎ

Di sala 1966’an de li Gimgimê, li gundê Virancê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Ji sala 1997’an û virde ye li Diyarbekirê dijî. Li Diyarbekirê karê dergevaniyê dike. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Kekê dengbêj Şemsedînê Gimgimî ye.

HESENÊ ŞİLBÊYÎ

Di sala 1958’an de li qeza  Hezroyê, li gundê Resileynê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di karê înşaetan de dixebite. Ji sala 1972’an û virde ye li gundê Şilbê dijî.

MEHEMEDÊ ŞÊXANÎ

Di sala 1962’an de li Hezroyê, li gundê Şêxanê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Di sala 1984’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de karê fayanskeriyê dike. Zewicandî ye û bavê şeş zarokan e.

ÎBRAHÎMÊ PÎRİKÎ

Di sala 1958’an de li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di sala 1995’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de wek karker dixebite. Zewicandî ye û pênc zarokên wî hene.

MEHEMEDÊ DÊRIKÎ

Di sala 1953’an de li qeza Dêrikê, li gundê Balfîsê hatiye dinê. Ew bi xwe ji Melazgirê ne, eslê wan ji eşîra Hesenan e. Mekteb nexwendiye. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û yanzdeh zarokên wî hene. Ji sala 1963’an û vir de ye li Diyarbekirê dijî.

MEHEMEDÊ NENİYASÎ

Di sala 1947’an de li qeza Licê, li gundê Neniyasê hatiye dinê. Li Diyarbekirê, li taxa Derê Mêrdînê dikaneke wî ya tiştên wek gore, cil û bergan heye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene. Ji sala 1968’an û virde ye li Diyarbekirê dijî.

MEHEMEDÊ TEPÊ

Di sala 1955’an de li qeza Gêlê, li gundê Tepê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Karê înşaetan dike. Zewicandî ye û deh zarokên wî hene. Ji sala 1975’an û virde ye li Amedê dijî.

REMEZANÊ TEMBELÎ

Di sala 1963’an de li Fîsê, li gundê Tembela hatiye dinê. Ji zaroktiya xwe û virde ye li Amedê dijî. Mekteb nexwendiye. Albumeke wî ya bi bandrol heye. Hostayê seyandinê ye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.

SEYFEDÎNÊ KUFERCINÎ

Di sala 1951’ê de li qeza Hezroyê, li gundê Kufercinê hatiye dinê. Li gund bi karê cotkarî û xwedîkirina heywanan mijûl dibe. Mekteb nexwendiye. Zewicandî ye û deh zarokên wî hene.

ŞEMSEDÎNÊ GIMGIMÎ

Di sala 1969’an de li Gimgimê, li gundê Virancê hatiye dinê. Dibistana seretayî qedandiye. Ji sala 1997’an û virde ye li Amedê dijî. Karê dergevantiyê dike. Zewicadî ye û du zarokên wî hene.

YEMLÎXANÊ PÎRIKÎ

Di sala 1954’an de li Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene. Ji sala 1974’an û virde ye li Amedê dijî.

SİDÎQÊ TİLMÎNÎ

Di sala 1964’an de li qeza Silîvayê, li gundê Tilmînê hatiye dinê. Dibistana seretayî xelas kiriye. Ew bi xwe neviyên mîr Bedirxan begê Botî ne. Li gund bi karê cotkarî û paletiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û şeş zarokên wî hene.

MEHEMED ELİYÊ BEDLÎSÎ

Di sala 1945’an de li Hîzanê, li gundê Arûsê hatiye dinê,. Eslê wan ji Cizîrê ye, lê mezinên wî berî 150 salan çûne li Bedlîsê bi cihûwar bûne. Li Arûsê mezin bûye. Mekteb nexwendiye. Di sala 1970’î de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Stranan ji dê, xal û birayê xwe fêr bûye. Zewicandî ye û bavê sê keçan e. Ji kar de ketiye. Li Diyarbekirê, li taxa Derê Mêrdînê dijî.

ŞAKİRÊ MEZRİKÎ

Di sala 1961’ê de li qeza Silîvayê, li gundê Mezrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Li gund bi karê cotkarî û xwedîkirina heywanan mijûl  dibe. Zewicandî ye û neh zarokên wî hene.

EVDİREHÎMÊ PÎRİKÎ

Di sala 1932’an de  li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene. Di sala 1979’an de koçî Amedê kiriye.

QUTBEDÎNÊ FARQÎNÎ

Di sala 1951’ê de li qeza Silîvatê, li gundê Başkoyê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1993’an de koçî Amedê dike. Li Amedê bi karê dergevantiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.

SİLÊMANÊ BÊRTÎ

Di sala 1966’an de li bajarê Elezîzê, li gundê Gulemanê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Ji eşîra Bêrtiyan e. Bi karê şivantiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û yanzdeh zarokên wî hene.

XALİTÊ XERZÎ

Di sala 1937’an de li qeza Hezoyê, li gundê Herbenûsê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1963’an de koçî Amedê dike. Ji fukulteya perwerdehiyê teqawut bûye. Zewicandî ye û şeş zarokên wî hene.

MALA DENGBÊJAN

Mala Dengbêjan di 30’ê Gulana 2007’an de ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemir ve bi beşdariya gel hate vekirin.
Sedema vekirina Mala Dengbêjan encamek ji Projeya Dengbêj û Kevneşopiya Dengbêjiyê ye. Armanca projeyê xwedîlêderketin û parastina dengbêjan û kevneşopiya dengbêjiyê ye. Di çarçoveya vê projeyê de ji bo dengbêjên herêma Diyarbekirê Mala Dengbêjan hate avakirin.

Xaniyê ku Mala Dengbêjan di nav de cih digire xaniyekî kevn û dîrokî yê Diyarbekirê ye. Ev xanî teqrîben beriya 120 salan hatiye avakirin. Cihê dengbêjan ji du wetaq (ode) û bodrimeke mezin pêktê. Hewşeke fireh di vê malê de heye. Dengbêjên ku li Mala Dengbêjan tên cem hev teqrîben 25-30 heb in, lê ev hejmar carna diguhere û digihîje 40-50 dengbêjî. 

DENGBÊJ Jİ KÊ RE TÊ GOTİN

Dengbêj, ji kesê tenê bi dengê xwe (bê enstruman) stranên ku ji çîrok û destanan pêkhatî dibêjin re tê gotin. Dengbêj gava distrê destê xwe davêje pişt guhê xwe, lewre destê wî/ê li pişt guhê wî/ê wezîfeya monîtorê bikar tîne. Gava distrê, bi saya destê xwe yê li pişt guhê xwe dengê xwe hîn net dibihîze û li gor wê jî dikare dengê xwe kontrol bike. Dengbêj gava distrê biweste qasî 15-20 sanîye navbirê dide strandina xwe, û di wê navbirê de yên li derdora wî dikin “hahîîî…”, ku hem valahî çênebe û hem jî  dengbêj dengê xwe yê biryarî ji bîr ve neke û konsantrasyona xwe wenda neke. Mijarên stranên dengbêjan dil/hezkirin, mêrxasî, şer û her wekî din in. Dengbêj neqilkarên edebiyata me ya devkî ya hezar salan in. Bi saya dengbêjan edebiyata devkî ya gelê Kurd heta îro hatiye û ji tunebûnê rizgar bûye.

Mustafa Gazî