1.01.2011

REŞÎDÊ BASO

Di sala 1927’an de li Ermenistanê li qeza Talînê li gundê Keleşbegê hate dinê. Malbata wî di sala 1915’an de ji ber qetlîamê  direve û diçe li Ermenistanê bi cih dibe. Di navbera salên 1964 û 1966’an de li radyoya Erîwanê dengê xwe belav kiriye û li wir gelek stran tomar kirine. Di sala 2006’an de li Elmanyayê ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest daye. Bavê hunermend Dilovan e.

BAQÎ XİDO

Di sala 1920’an de li Kurdistana Sûriyê li qeza Kobanê hatiye dinê. Di nav xizaniyê de dijî. Stranên wek Delalê Edûlê, Derwêşê Evdî, Mem û Zîn, Bêmal û hwd. bi strandina wî re li hemû welêt belav bû. Tê gotin ku wî di sala 1955’an de ji ber nexweşiya xwe dev ji dengbêjiyê berdaye.

FATMA ÎSA

Di sala 1934’an de li Azerbeycanê li gundê Erezegînê hate dinê. Bi strana “De Miho” di cîhana Kurdan de cihekî bi rûmet bidest xist. Di sala 2010’an de çû ser dilovaniya xwe.

FEYZOYÊ RİZO

Di sala 1954’an de hatiye dinê. Malbata wî di sala 1915’an de ji herêma Îdirê ji ber qetlîamê direve diçe li Ermenistan û Gurcistanê bi cih dibe. Biraziyê dengbêj Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Zewicandî ye. Bi karê çandinî û heywandariyê mijûl dibe. Li nêzî Erîwanê li gundê Arêvaşadê dijî.

BEKİRÊ ÎDİRÎ

Di sala 1945’an de li Îdirê li gundê Alûtê hatiye dinê. Mensûbê eşîra Birûkan e. Ji donzdeh saliya xwe de ye distrê. Li îdirê dikaneke wî ya malzemeyên avê heye, bi wê debara xwe dike.

KAWÎS AXA

Di sala 1889’an de li zozana Çarçeliyê ya eşîra Herkiyan hate dinê. Navê bavê wî Ehmed Herkî, navê diya wî jî Leyla bû. 43 kasetên wî hene, ku di radyoya Bexdayê Beşa Kurdî de tên muhafeze kirin. Kawîs Axa zawicandî bû û çar zarokên wî hebûn. Di sala 1936’an de çû ser dilovaniya xwe.

ŞAKİRO

Eslê wî ji gundê Navika ya bi ser Agiriyê ve ye. Nayê zanîn ku kîjan sal hatiye dinê. Gel wî bi navê “Şakirê Qereyaziyê” nas dike. Mekteb nexwendiye. Di salên 1968’an de mala xwe dibe  qeza Qereyaziyê û li wir dijî. Di nava gel de wek “şahê dengbêjan ango kewê ribat” tê binavkirin. Dengbêjê herî girîng ê Kurdan e. Gelek kasetên wî yên bi bandrol hene. Di sala 1996’an de li Îzmîrê çû ser heqiya xwe.

MEHEMED SALİHÊ BEYNATÎ

Di sala 1938’an de li Silîvayê, li gundê Beynatê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1970’î de koçî qeza Silîvayê dike û li wir dengbêjiyê dike. Di sala 1981’ê de mala xwe dibe Mala Badê piştî sê salan, di sala 1984’an de diçe ser heqiya xwe. Heft zarokên wî hene.

TEYİBO

Di sala 1933’an de li Misircê, li gundê Zêwikê ve hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Eslê wan ji Motka, ji eşîra Babosiyan e. Di sala 1973’an de koçî bajarê Sêrtê dike û li wir bi karê înşaetê mijûl dibe. Bi pişt re di sala 1992’an de teqawud dibe. Du jinên wî hene.

MİRADÊ KİNÊ

Di sala 1942’an de li Kercewsê, li gundê Gêra Cehfer hatiye dinê. Ji bavê xwe û apê xwe fêrî stran û lêxistina ribabê bûye. Di 23 saliya xwe de mala xwe bar dike dibe Kerboranê û li wir dijî. Gelek kasetên wî hene. Di sala 1984’an de diçe ser heqiya xwe.

SALIHÊ QUBÎNÎ

Di sala 1949’an de li Misircê, li gundê Îndarê hatiye dinê. Eslê wî ji Bêkendê ye. Mekteb nexwendiye. Gelek kaset û Cdyên wî bi bandrol derketine. Di înşaetan de dixebite. Zewicandî ye û çardeh zarokên  wî hene. Li Êlihê dijî.

EVDILHADIYÊ ARZÛOXLÎ

Tam nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê. Li gor ku tê gotin di dema “Seferberlixê” de 6-7 salî bûye. Li Kopê, li gundê Dignûgê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Hesenan e. Piştî ku mezinên wî koçî gundê Arzûaxlî ya bi ser Amedê ve dikin, li wir mezin dibe. Mekteb nexwendiye. Heft zarokên wî hene. Di sala 1979’an de li gundê Arzûoxliyê diçe ser heqiya xwe.

MEHMÛD KIZIL

Di sala 1939’an de li Amedê hatiye dinê. Eslê wî ji qeza Hezroyê, ji gundê Bolşê ye. Ji derve dîplomeya mekteba seretayî stendiye. Ji nexweşxaneyekê teqawid bûye. Di sala 1965’an de sêlika yekemîn bi Kurdî dagirt. Bi tevahî 53 sêlik dagirtiye. Dengbêjekî pir navdar e. Ew bi xwe jî stranan çêdike. Gelek stranên wî hene. Zewicandî ye û sêzdeh zarokên wî hene. Li Amedê dijî.

KARAPETÊ XAÇO

Di sala 1902’an de li Êlihê, li gundê Bileyderê hate dinê. Di sala 1915’an de dê û bavê wî tên kuştin. Ew diçe devera Reşkotan û li wir li cem xwişka xwe dimîne. Xwişka wî li wê deverê bûk bûye. Li wir dibe dengbêjê Filîtê Qito. Di pey serhildana Şêx Seîd re tevî hin Kurdan koçî Binxetê dike. Li Sûriyê panzdeh salan leşkeriya bi pere ya Fransayê dike. Dema Fransa ji Sûriyê vedikşe, ew jî diçe Ermenistanê û li wir di sala 1950’î de di Radyoya Yêrevanê de dest bi xebatê dike. Bi gelek stranan dizanîbû. Gelek stranên wî ji hêla Radyoya Yêrevanê ve hatin tomar kirin. Ji ekola Evdalê Zeynikê bû. Di sala 2005’an de li Ermenistanê jiyana xwe ji dest da.

GULÊ

Di navbera salên 1800 – 1900’î de jiyaye. Jina dengbêjê herî navdar Evdalê Zeynikê bûye. Tê gotin ku Fileh bûye.

EVDALÊ ZEYNİKÊ

Di serê salên 1800’î de (ev dîrokeke texmînî ye, ku sala bûyîna wî tam nayê zanîn) li qeza Tûtaxê, li gundê Cemalwerdiyê hatiye dinê. Dengbêjê herî navdar ê Kurdan e. Dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye. Di sala 1913’an de li qeza Qereyaziyê, li Anciyanê jiyana xwe ji dest daye.

RESO

Li qeza Milazgirê, li gundê Gopala hatiye dinê. Nayê zanîn ku kîjan sal hatiye dinê. Eslê wan ji Elegeza Rewanê ye. Ji wan re dihat gotin “Macirên Avareş.” Li gundê Gopala di nav xizaniyê de jiyana xwe ji dest dide. Ji dengbêjên herî meşhûr ê Kurdan e.

ZAHIRO

Di sala 1950’î de li Silîvayê, li gundê Mîreliya hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Eslê wan ji Amedê ye. Di sala 1970’î de li Kopê dizewice. Di 17 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di 7-8 saliya wî de malbata wî ji Mîreliya koçî bajarê Mûşê, qeza Kopê dike. Heta 1993’an li Kopê dimîne. Bi pişt re di sala1993’an de mala xwe dibe herêma Egeyê, bajarê Aydinê. Zewicandî ye û 10 zarokên wî hene.

ŞÊX SILO (SÊWÎ SILO)

Di navbera salên 1700 û 1800’î de li herêma Serhedê jiyaye. Hevçerxê Evdalê Zeynikê ye. Di civatên mîr û axayan de her tim stran gotiye. Ew û Evdalê Zeynikê jî dane berhev. Evdal zora wî biriye. Dilê Şêx Silo ketiye keça Surmelî Memed Paşa Serayiyê. Memed Paşa keça xwe nedayê. Li ser Serayiyê strana “Seraya Mamed Axa” çêkiriye.

KAZO

Di sala 1950’î de li Wanê, li gundê Elmanisê hatiye dinê. Teqrîben 26 albumên wî yên bi bandrol  hene. Zewicandî ye. Li Îstenbolê dijî.

FERZÊ

Nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê û kîngê jiyana xwe ji dest daye. Lê li Melazgirê, li gundê Kevir hatiye dinê.

HUSÊYNÊ MÛŞÎ

Di sala 1936’an de li Mûşê, li gundê Maûba hatiye dinê. Eslê wan ji qeza Sasonê ye. Mekteb xwendibû. Ji gundê Maûba koçî gundê Orgînosê kiriye û li wir muxtarî kiriye. Zewicandî bû.  Neh zarokên wî hene. Di sala 2001’e de çû ser heqiya xwe.

HUSÊYNÊ FARÎ

Di sala 1939’an de li Amedê, li gundê Farê hate dinê. Mekteba seretayî xwend. Piştî 23 saliya xwe koçî Amedê kir. Di sala 1970’î de sêlikên Kurdî dagirt. Zewicandî bû. Heft zarokên wî hene. Gora wî li gundê Farê ye.

FADILÊ KUFRAGÎ

Di sala 1945’an de li Şemrexê, li gundê Kufragê hatiye dinê. Eşîra wan Îzolan di sala 1810’î de koçî gundê Kufragê kiriye. Mekteb nexwendiye. Di pitikiya xwe de ji herdu çavan bûye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene. Li qeza Qoserê dijî.

CAHÎDO

Di sala 1960’an de li Mûşê, li gundê Orgînosê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Ji Sasonê hatine li Mûşê bi cihûwar bûne. Ji donzdeh saliya xwe û virde ye distrê. Zewicandî ye û deh zarokên wi hene. Li Orgînosê dijî.

SİDÎQÊ BOZO

Di sala 1954’an de li Çewlikê, li qeza Kanîreşê, li gundê Baxçe hatiye dinê. Di nav gel de wek Sidîqê Kurmanc tê naskirin. Dibistana navîn xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene.

ÛSİVÊ FARÎ

Di sala 1954’an de li Amedê, li gundê farê hatiye dinê. Dibistana seretayî xelas kiriye. Di sala 1987’an de koçî gundê Herbûtê dike. Li gund pez û dewaran bi xwedî dike. Birayê dengbêjê navdar Husêynê Farî ye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene.

SEYİDXANÊ BOYAXÇÎ

Di sala 1938’an de li qeza Erxeniyê, li gundê Deşta Gewran hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Ji 15 saliya xwe û virde ye distrê. Ji şaredariya Amedê teqawut bûye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.