30.12.2010

MALA DENGBÊJAN

Mala Dengbêjan di 30’ê Gulana 2007’an de ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemir ve bi beşdariya gel hate vekirin.
Sedema vekirina Mala Dengbêjan encamek ji Projeya Dengbêj û Kevneşopiya Dengbêjiyê ye. Armanca projeyê xwedîlêderketin û parastina dengbêjan û kevneşopiya dengbêjiyê ye. Di çarçoveya vê projeyê de ji bo dengbêjên herêma Diyarbekirê Mala Dengbêjan hate avakirin.

Xaniyê ku Mala Dengbêjan di nav de cih digire xaniyekî kevn û dîrokî yê Diyarbekirê ye. Ev xanî teqrîben beriya 120 salan hatiye avakirin. Cihê dengbêjan ji du wetaq (ode) û bodrimeke mezin pêktê. Hewşeke fireh di vê malê de heye. Dengbêjên ku li Mala Dengbêjan tên cem hev teqrîben 25-30 heb in, lê ev hejmar carna diguhere û digihîje 40-50 dengbêjî. 

DENGBÊJ Jİ KÊ RE TÊ GOTİN

Dengbêj, ji kesê tenê bi dengê xwe (bê enstruman) stranên ku ji çîrok û destanan pêkhatî dibêjin re tê gotin. Dengbêj gava distrê destê xwe davêje pişt guhê xwe, lewre destê wî/ê li pişt guhê wî/ê wezîfeya monîtorê bikar tîne. Gava distrê, bi saya destê xwe yê li pişt guhê xwe dengê xwe hîn net dibihîze û li gor wê jî dikare dengê xwe kontrol bike. Dengbêj gava distrê biweste qasî 15-20 sanîye navbirê dide strandina xwe, û di wê navbirê de yên li derdora wî dikin “hahîîî…”, ku hem valahî çênebe û hem jî  dengbêj dengê xwe yê biryarî ji bîr ve neke û konsantrasyona xwe wenda neke. Mijarên stranên dengbêjan dil/hezkirin, mêrxasî, şer û her wekî din in. Dengbêj neqilkarên edebiyata me ya devkî ya hezar salan in. Bi saya dengbêjan edebiyata devkî ya gelê Kurd heta îro hatiye û ji tunebûnê rizgar bûye.

Mustafa Gazî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder