STRANÊN DENGBÊJÊN KURD - 1

AY LO MÎRO

Ay lo mîro Mûşê bişewite lo li berî bayê
De bila kula Xwedê bikeve berê mala zabit û çawîşa û qumandaran dîsa mala mîralayê
Wele çawa berê babê Zibeyr dane hepisxana heyla mîrê min Bûrsayê

Were xa were meçe Romê
Lo Rom xayîn e
Ez ê çi bikim bextê Romê tunîne
Çi bikim begê malê wê bixapîne mîro
Ay lo mîro dibê havîn e
Li me hatî wextê lo van geniman
Berê mala zabit û çawîşa û qumandaran dîsa mala milaziman
Wele berê bavê Zibeyr dane hepisxana Erzeromê
Heyla mîrê m’ lo nizam çima
Dibê ji êvara Xwedê ve kêf û şahî ketiye nav komê neyara
Wele şîn û girîn ketiye nav odekê mezelî xaniman

Heyla mîro roja me derketî ji Wartoyê
Lo bi derhema
Le şewq û şemalê daye qesr û qisûrê
Bavê Heydo siwarê Şeref
Dane misînan û gumguman
Dibê ji êvara Xwedê ve kêf û şahî ketiye nav komê neyara
Belê şîn û girîn ketiye nav odekê mezelî xaniman

Were xa were meçe Romê lo Rom xayîn e
Ez ê çi bikim bextê Romê tunîne
Çi bikim begê malê wê bixapîne mîro

Çavkanî: Karapetê Xaço



BAVÊ BEHCET

Lo lo bavê Behcet navê min keçikê Xêrya, Xêrya Hecî
Bejna min zirav e, qutikê min çoxê sor ê dor bi xercî
Îsal heft sal min û bavê Behcet dil girtiye, kalê bavê min dibeecî

De lo lo bavê Behcet gidyano
Rêka Sayfa xir û pan e
Ez ê bala xwe bidimê hemî şopa nalên di hespan e
Xwezya mizgîna xêrê ji mi re bihatana bigota bavê Behcet li odeka mala bavê min mêvan e

Li mi li mi li mi…
Li mi li mi li mi dîno

Bavê Behcet gidyano
Çi qa stêrê li ezmana li quble ne
Heçî kesê derdê dila dîye diaçîkê min û te ne
Ma te nebihîstiye Kemal Paşa di qanûna Cumhûriyetê de gotiye; heçî kesê dilê şêrîn bihebîni musteqîlê bi destê xwe ne

De lo lo bavê Behcet rêka Sayfa serejêr e
Min ê xulama kolosê kevej, sinbêlên di reş, diranê zêr e
Xwedê hebî gava destê bavê Behcet girtin û berê wî dane welatê xerîbiyê
Destê min evdala Xwedê bigrin bişînin vê re

Gotin û muzîk: Gelêrî  Herêm: Mêrdîn



BAVÊ FEXRİYA

Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e...
Ax lo nabe sayî hawar li min min rebenê
Lê li bavê Fexro derketine tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî
Hawar li min oy...

Gelî gundî û cîranan çima bavê Fexro ne li mal e
Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
Hawar li min, min rebenê

Bavê Fexriya qurba min go ji înê heta înê
Hawar li min, min rebenê
Îro sê ro sê şev e bavê Fexro birîndar e li nav nivînê…
Ez ê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan
Mala Erekêlê hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hawar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min, min rebenê

Min go bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin...
Ax lo herin çiya hawar li min, min rebenê
Lê li min şewitiyê ez ê derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hawar li min
Heyf û xebîneta bavê Fexro, suwarê gêjo, torinê mala Ezo
Birîndar bû bi sê gullên va Romiya ax hawar li min min rebenê
Emrê çûyî cardin nayê min rebenê

Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay… pir delal bûm hawar li min, min rebenê
Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min
Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan
Çawa sala îsal qir û qal bûm
Ax emrê çûyî cardin nayê ay…

Gotin û muzîk: Gelêrî



BAVÊ LALO

Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê...
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena Xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelebçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê, digo, yallah lo Kurdo!
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê...
Wî de mala min, mala min, mala min…
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...

Û çadira Bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekê danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê qolordiya Dîyarbekir
hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê w ez ê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, suwarê Kovê
W ez ê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelebçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy...
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...

De herê mala min  mala min mala min
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...

Û çadira Bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e alaya Sêrtê tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vê Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, suwarê Kovê li vê dews û li vê rêç û li vê deşt û taqîbatê
Wele w ez ê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo, w ez ê dikevime ber heyra vê heyrê û  axalerkê  me ser re dibêjin çawa tu bûye firar û mehkûm û qaçaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy...
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...



BAVÊ SEYRO

Bavê Seyro qurba çima tu dey nakî
Her çar malê Alûca li qûna diyêr deman nakî
Sîng û berê min keçikê weke bexçê zinara Mêrdînê ji xwe re tapo nakî

Yadê navbera min û bavê Seyranê xweş dîwar e
Ez ê rabim pehînkê lêxim bere ji jor de bêyî xwar e
Heke dê û bavê min keçikê gotin lawo çi bû çi qewimî ez ê bêjim yabo yadê bû girêna destar e

Yadê rebenê min bavê Seyranê dîbû li wî milî
Xwezî sê biskên dişê biketa ber sinbêlên bavê Seyro reşe-palikkirî
Min sond xwariye terka bavê Seyranê tu car nakim
Heta teresê Çoxreşa li min bavê Seyranê nekin gilî

Gotin û muzîk: Gelêrî  Herêm: Mêrdîn



BEHRA WANÊ

Oy… de îro min go dilê min bû behra Wanê
Kelemê derd û kulan e… oy…
De îro min go best û çem û kanî hemû bi ser de helyane hawar e li min...
Ax were lê lê hesreta m’ dayê oy...
De îro min go çiya û zozan, şax û newal
Hemû mêl bûne li bende mane
De îro min go behra Wanê werdigere
Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê
Weke bayê robarê li qime ye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîlîne ya…
Were eman neman oy… hawar e li min lê lê dayê oy
De lê lê dayê oy nema...
De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma
Ez ê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy
Ez ê geh bilind bûma, geh nizim bûma
Min ê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama
Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye
De ez ê biçyama li ber behra Wanê dilê Kurdistanê
De min ê bi dilê Kurdistanê de veniştama
Hawar e li min oy.. were eman lê dayê hesreta min

(Şivan Perwer)



BİLBİLO

Bilbilo xêr e vê sibekê
Tu li ser darê xweş dinale
Ma tu jî weke min birîndar e
Kerem ke were em mijûl bin
Ka derdê te çi ye
Bilbilo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale
Ax... wer xuya dike bilbilo tu jî weke min bêhal e
De ez ê nizanim tu yê ji derdê çi ye ew qas bi ax û fîgan e
Bilbilo de were em mijûl bin
Kerem ke ji ser darê were xwar e
Bilbilo vê sibekê tavek hate çi humhumî
Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn
Bilbilo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran
Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî…
Bilbilo bişewite mala Contirkan, kom kirin xortên hêja ji her hêlê da
Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da
Li dû wan mane bûkên dest bi hine di paş koz û perdê da bilbilo...
Ax... derd û kederên min ev in bilbilo ev çi ye hatiye bi serê min rebenê da
Xerîb im, bêkes im, bêhal im de yar yar... lo lo bilbilo…

(Şivan Perwer)



BİRA MİRİN HEBÛYA KALBÛN TUNEBÛYA

Bira... bira li dunyayê mirin hebya kalbûn tunebya li min li min li min... ax û felek
Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe…
Rabe ji îro esrê pê ve te ew qas bi çavê xayîn li min mêze kir
Min zanîbû tiştekî dilê te da heye...
Min ê serê xwe li ser çoka te danî...
Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kal kirim...
Te takî sipî li ruyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kal î...
Wele ez ne kal im... bîle ez ne kal im
Ez koçer im xirabmal im bê pergal im
Heyran w ez rêwî me bê heval im ka ji kul û derdên te ne ez pê dinalim dilo dilo...
Ez dimirim lê lê yadê... wele dawiya me mirin e ez ditirsim bimirim
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê
Bira... bira ez îro bala xwe didimê
Hela rabin dibêjin îro qirika kewa min a gozel...
Zirav e dirêj e mîna qirika qaz û betê li min li min li min... ax û felek
Qirika kewa min a gozel zirav e dirêj e mîna qirika qaz û betê...
Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê
Ez ê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwe ra bixwînim vê xal û xetê
De lê lê... lê dîlber mala te mîratê…
Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî...
Heyran bi Xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min li min li min…
Ez dimirim lê lê yadê… wele dawiya me mirin e ez ditirsim bimirim
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê 

Gotin û muzîk: Gelêrî  Herêm: Serhed  Berhevkar: Aydın Korkmaz  Çavkanî: Dengbêj Zahiro 


Bİ ROJ GERM E ŞEVÎ SAR E

Lê lê bermal e Diyarbekira şewitî ne tu war e
Wele bi ro germ e bi şev sar e
Sedemî çavê reş û belek
Xelkê delalîka çavê xwe berdane yar
De zalim yar ax bêbext yar
Ax xirabmal im ay

Digo keçê megrî tu delal î
Kilê siltan çavê reş û belek neke xalî
Wele tu ya min î helal mal î lê
Eman yar zalim yar bêbext yar
Digo lawikê mala min çû derengî bû
Tev jî roma çelengî bû
Heta lawikê min ji welatê xerîbiyê hat
Sê pa emrê min çû çar pa porê min sipî bû yar
Ax zalim yar de bêbext yar xirabmal im

Digo kuro lawikê mala min çû wê kengê bê
Gustîla min li pêçiyê, qutiya min ma li cêbê
Wele lawikê min çû welatê xerîban û xurbetê
Ez ê nizanim sebr û hedala min bi kê bê lo
Erê xirabmal im lo tengezar im lo

Çavkanî: Karapetê Xaço



BİŞARÊ ÇETO

Çeto digo lo lo Bişaro lo lawo
Bi serê bavê xwe û te kim tu nezan î
Roja çemê Mirdêsîkê, li kavilê mala Wendo li ber cendirmê Sêrtê dest hilnanî
Bişar digo bavo de bes e te bi tan û niçan rihê kurê xwe deranî
Ma di bîra te nayê li dereca Têlanê min ê ji nav lepê cendirma bi darê zorê tu deranî
Daketim mêrga Tengelîyê min ê başbazirganekî giran ji bavê xwe re anî
Bi çemê Şêrwan ketibûm
Min ê sê kurê Mehmûdê Şemê kuştibûn û min ê qesabxana  mêra li mala Mihemedê Bişar danî
Wele ez î destvala bûm
Talih û fersenda xerab ji kurê te re anî

Çeto digo lo lo Bişaro lo lawo
Bejna te zirav e kulîlka va kunciya
De bere şîn nekira li kavilê mala Wendo li çemê Mirdêsîkê li bilind ciya
Kurê mino min ê ji te re negotibû xwe navêje mala Osmanê Emer, bere te nekî şivanê pey keriya
Xwezî mizgîna kuştina bavê Şebo ji min re bihatana û xelkê negota Bişarê Çeto bûye esîrê destê bêbextên van Romiya

Çeto digo lo lo Bişaro lo lawo
Ez ê bi çemê Mirdêsîkê daketim wa bi şuj e
Dengê mewzerê cendirmê Ridwanê helawxwerê di Sêrtê li ser serê bavê Şebo girtî dûman û mij e
Kesî ecêbê giran bi çavê serê xwe nedîbûn
Çawa helawxwerekî Sêrtî mêra ji mala Hisîyê Qasim bikuje

Gotin û muzîk: Gelêrî



BİŞÊRİYO

Eman eman eman Bişêriyo
Baraviyê digo Bişêriyo heyran Tepa Barava mala min zêr mala me ye
Gidî berê mala me li quble ye
Çi gotin û şitexalye îşev tê bêjî
lo destûra te ye
Heçî ramûsana ji te bavê te zêde ye
Eman eman eman Bişêriyo

Bişêriyo digo lê lê Baraviyê
Bejna te zirav e rihana tarî
Heşîn dike li tepa Barava li wî diyarî
Rojek hatî mala bavê te bi mêvanî
Eman eman Baraviyê
Baraviyê digo Bişêriyo
Heyran w ez xeyidîme
Bi te re xeber nadim
Ez ê rabim bi şarê bikirim
Gulka badim
Çûme ziyareta Siltan Şêxmûs
Min ê lawikekî xwe dîye
Tobe giregirê lo Bişêriya nadim
Eman eman eman Bişêriyo

Çavkanî: Karapetê Xaço



CEMBELÎ

Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî
Dergûşa Cembeliyê min ji darê mazî
Mi hêjandî bi zend û bendê xwe yê tazî
Tirsa min ji wê  tirsê sibê li dû min û Cembelyê kurê mîrê Hekariya bibe hewar û gazî
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Dergûşa Cembeliyê min serdarê dikê
Dergûşa delalê dilê min serdarê dikê
Ez ê îşev dergûşa Cembeliyê biçûk bigrim bavêjim ser dêla vê metikê
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Ay de Xwedawo tu çi qa pakî
Tu berf û tu barankî tu rêçê li van zaliman wenda kî
Tu min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya li Zozanê Şerefdînê bi hev û dinê şa kî
Ay de lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî
Ay de lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

(Çavkanî Eyşe Şan)



DELAL

Hey lo delal wey lo wey lo
Xem û xeyalê siwarê dilê m’ kanî delal
Delalê min delalîn e
Siwarê hespê kihêl î nêrka bê tirs e
Telesma ser devê delalê min simbêlên sor hena bûne li ser ruya de şikestine
Heke binê beriyê stêrka serê sibê
Gelawêja berbangî ne wey lo wey lo…

Delalo eza ya bextreş û ser bi dûmanê
Eza yê ebrên Milan
Ya li nêvbera çîtan û perdan de û stûnê konan de bext û mirad lê şikestiyayê eza…
Na wile li ebrê Milan
Eza ji delalê malê re nemayê
Lo wey lo,,, xem û xeyalê siwarê dilê m’ kanî
Delalî lo lo wey lo lo wey lo…

Delal were mala ez bi qurban were mala
Serê vê sibê ji pêşiyê deriyê malan rabûn sê karên sê xezala
Yekê xwe da pêşiya delalê malê
Her duyên din jî jê re hogir û heval in
Lo lo wey lo wey lo… wey lo lo wey lo…

Yadê ez ê taştiyekê ji delalê dilê xwe re çêkim
W ez dikim berxê ber deriyê kozê yek salî dolê wî beranî jê re serî jêkim
Di sênîka zîv û zêr de bi birinca Qerejdaxê rûnê heft hîza û kûza lêkim wey lo lo wey lo…
Gava delalê malê qebûl nekir w ez ê sîng û berê xwe bidimê
Stûyê gerden û morî-mircan
Bi zendên gustîl û bazina hembêla qumrî û kevoka bi ser de li ba kim lo lo wey lo, lo wey lo, lo wey lo…

Yadê w ez dikim delalî malê li ebra Milaniyê bi rê kim
W ez dikim lingan di zengê kim
Destan bi ser zînê dim
Ji kêf û neynokên hinekirî ji bazinên zenda rihînekê li binê beriyê kim lo wey lo, lo wey lo, lo wey lo…
Xemê dilê min kanî lo delal…

Dikim delalî xwe berdim
Li xemê binê beriyê li deşta dûzê
Li girê Qermîtê lo lo wey lo, lo wey lo, lo wey lo
Li girê Qermîtê li binê Mêrdînê
Li qûça neyaran li erdekî bêpîvan
Li kişandina şûr û mertalan lo wey lo, lo wey lo, lo wey lo
Xem û xeyalê dilê min kanî lo delal…

Li qulipandina çepilê xweşmêran
Li gurmegurm û reqereqa ewran de
Li şerekî mezin û giran e…
Wey Xwedê bavê min xêr û xweşiyê ji xwe nebîne
Ev çi dîn û çi wijdan e
Delalê malê bi tenê li hemberê hezar û heft sed siwarê Gêsan û Tirkan e di şer û cenga giran e lo wey lo…
Xem û xeyalê dilê min kanî lo delal…

Delalîkê dilê mino
Kuro dîno ez ê nizanim çi bêjim de hay… lo çi nebêjim
Lo… lo delalîkê dilê mino ez ê nizanim çi bêjim de loy… lo çi nebêjim
Ronîka çavê mino ez ê bûme bilbilekî ji vanê de loy… kerr û gêj im

Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî
Belê ez ê biçim ser milekî ji vanê bilind
Hewar ez ê nizanim çîroka halê xwe lo ji kê re bêjim
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im
Hewar gundîno hûn ê rabin de hay… lo qiyamet e
Malîno hûn ê rabin de loy… qiyamet e
Belê axaftina vê zeriyê vê kubarê vê seyranê de lê… li min hisret e

Wele gundîno hûn ê ji min re bibin alî bêjin
Hewar gidî lo him bi xêr û him bi minet e
Gidî lo ax de gidî lê gidî loşewityo gundo ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo
Hewar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay… lo li vê taxêyo
Malîno hûn dizanin ronîka çavê min rûdine de loy loy… lo li vê taxêyo
Ji xêra xwe re hûn ê kaxizekî pê ve rê kin de way way… ber avêyo
Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bê hal e
Hewar hûn ê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale
Hewar li min lo şewityo gundo lo çawa nêyo
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bê hal im
Az de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim…



DELALÊ BERİYÊ

Lo lo lo lo delal
De lo lo lo delal
Agirek kete binê berîka min di jêr e
Şewitî şerqalê Evdilezîza şewitî, kepez  Kîka, hawîkê Hemediya xopan pûş û pelaxê newala İstilîlê vê re
Cîhê terş û talanê mala bavê min keçikê
Ez ê neketime heyra terş û talanê mala bavê xwe rebenê
Lê siba bihar e, wê wardozî bigerin li wara
Ez ê ketime heyra şerpeziya siwêre lo delal lo lo

De lo lo lo delal
Tu delalî malê
Şekirî nava desmalê
Mewijê Hibabê, sêvê Xelatê, êmîşê dora Rişmilê û Qibalê
Kul û kedera ber dilê min evdalê lo delal lo delal
Lo lo lo delal
Li me derketî sitêra va egîta
Şewqa xwe daye pozê keleha Mêrdîn, serê minara Nisêbînê, pozê Bagoka şewitî, di binyê re her çar konên me Aşîta hey lo lo
Min ê sonda mezin xwariye terka delalê mala bavê xwe nakim
Heta li ser serê min evdala Xwedê nebî hewehewê di siwaran, xuşînê riman, şingînê şûran
Terqîna darê bêxwediyê va darçît e
Lo delal
Lo lo delal

Xwedêwo, Rebiyo min ê tiştekî giran ji te navê
Min ê tu terş û talan ji te navê
Min ê tu qesr û eywan ji te navê
Tiştê min ê ji te divê konekî sêsitûnî, darçîtî ji darê darbenavê
Mêkutî ji darê darbotavê
Min ê vegirta li ber çemê Hemediyê serê vê duavê
Bere serê min ê li ber siyê, nigê min ê li ber tavê, belkî nola carê di berê delalî malê, siwarê Hedbên xwe bide ser qûna rimê, li min evdala Xwedê bikirana silavê hey lo lo

De lo lo lo delal
Delalê malê siwar bûye bi serê sibê re li mehînê
Min evdala Xwedê destekî xwe avête zengiwê û destê dinê avête vê dezgînê
Delalî malê kar û bara xwe kiriye wê herî nêçîra karê xezala binê berîka vê Mêrdînê
Roja qal û qewamê di giran mêra dikuje kela vedgerîne mala Emşa û İmêşa çelabatê Bedewa û Şemera dişkênîne
Talanî kurê Kurmênc bi tena darê rimê vedgerîne hey lo lo de lo lo lo delal

Me sûnda mezin xwariye
Heçî saloxekê ji delalî malê ji me re bîne ez ê bidimê heft aşê mala bavê xwe rebenê li ber çemê Nisêbînê
Ger pê razî nebû ez ê ramîsana rûkê rastê bidim di mizgînê hey lo lo…

Gotin û muzîk: Gelêrî  Herêm: Mêrdîn



DELALÎKÊ DİLÊ MİNO

Kuro dîno ez ê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim
Lo lo delalîkê dilê mino ez ê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim
Ronîka çavê mino ez ê bûme bilbilekî ji vanê de loy... ker û gêj im
Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî
Belê ez ê biçim ser milekî ji vanê bilind
Hawar ez ê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im
Ax de gidî lo ez bêhal im
Hawar gundîno hûn ê rabin de hay… lo qiyamet e
Malîno hûn ê rabin de loy loy… qiyamet e
Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e
Were gundîno hûn ê ji min re bibin pale bêjin
Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e
Gidî lo ax de gidî lê gidî şewityo gundo
Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo
Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo
Malîno hûn dizanin ronîka çavê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo
Ji xêra xwe re hûn ê kaxizekî pê ve rê kin de way way... ber avêyo
Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e
Hawar hûn ê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale
Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim...

(Şivan Perwer)


DERWÊŞÊ EVDÎ

Lê lê lê lê lê
Yalî Derwêşo
W ez î ne bi mal û ne bi mêr im
Ez ê xweka heft bira me
Birazîka dozdeh pismamê mîna şêr im
Gava li xîmê beriyê çav li Derwêşê Evdî delalî dilê xwe dikevim ez ê her heft bira û dozdeh pismaman bi qalib sabûnê reqê ez ê li serê girê Hamûda şewitî bisekinim wele bi doxa teşiya xwe veşêrim
Hay lo lo mêvano

De lê lê lê
Herê Derwêş digot lê lê keçê
Min ê tu malekî zorî zafê ji te navê
Min ê ji te divê konekî reş î erebî
Bîst û çar stûnî mêr kutanî darî ve navê
De vê sibekê meriv singê kona bikute erdê
Berê kona bide tîrêjî tavê
Bi Xwedê min sond xwariye
Piştî Derwêşî Evdî delalî dilê xwe
Min kesekî navê hey lo lo hey lo
De lê lê lê hey lê
Erê keçik digo lo lo Derwêşo
Bi Xwedê beriya Bavê Hamûdê bişewite berekî rast e dûz e
Dibê poz Evdilezîza şewitî bi ser de xûz e
Ramûsanê qîz û bûkên salê wele par vî çaxî ne pol bû ne pere bûn
Sala vê salê li min û Derwêşî dilê min zêrê alûz e lo lo delal lo hey lo

Çavkanî: Karapetê Xaço



DİYARBEKİR
Lo lo Diyarbekir bi dikan e
Wele berê wan dikanan li baxçe û hasilan e
Heke Xelîlê xwarzî lawikê Kurmanc nas nakî
Wele dibê başçawîşê lo cendirman e lo
Xelîlo lo de yar yar lo wezîro lo

Lo lo Xelîl heyran dibê Diyarbekir
Bila bişewite lo xweş Diyarbekir
Wele dibê dergeh mal e lo derî veke

Wele Xelîlê lawikê Kurmanc
Bi şaş hato lo min nas nekir
De yar Xelîlo lo de yar yar wezîro lo

Dibê Xelîl lawo çi darekî lo di hewşa me de
Wele dara belg weşandî malxerabo
Di çax û heyamê xwe de
Bila Xwedê mirazê Xelîlê xwarzî û Xatûnê hasil bike

Çavkanî: Karapetê Xaço



DOTMAM

Wey de dotmam xweziya mala me cîranê mala hev biya ay...
Wey de bira şîva şevê li me tunebiya
Dotmama min tim û tim li ba min biya
Were dotmam lê dotmam... hezar car dotmam ay...

Were dotmam ev çi kul e çi êş e ev çi derd e way...
De tu yê rabe çavê xwe kil ke
Biskê xwe şeh ke guliyê xwe berde
De em ê herin serê Xelatê Sîpanê
Bibin mêvanê Siyabend û Xecê
Were dotmam lê dotmam... hezar car dotmam ay...

Wey de dotmamê xweziya çavê min birjiya
Û ez nehatama wî alî
Wey de min ê dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî
De çawa sala îsal w ez ê bê te derbas kim van cejn û vê sersalê
Were dotmam lê dotmam... hezar car dotmam ay...

Amadekar: Mustafa Gazî